Nasnameya 4 xwepêşanderên Kurd ên hatin qetilkirin, hate eşkerekirin

Nasnameya çar xwepêşanderên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, hate eşkerekirin. Her wiha hate ragihandin ku 10 xwepêşanderên din ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Li gor çavkaniyên herêmî, çar xwepêşanderên Kurd ji ber beşdariya wan a di xwepêşandanan de li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bi gulebaranên rasterast ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û 10 xwepêşander jî hatin binçavkirin.

Di 7’ê Çileya îsal de, Soran Feyzîzade (40) yê ji parêzgeha Seqizê ku nîştecihê Bîcar bû, di dema xwepêndanan de hate binçavkirin, di bin îşkenceya giran ya li saziyên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da.

Di 8’ê Çileya îsal de, Tiyam Kiyanî Menîş (26) yê ji parêzgeha Kirmanşanê, di encama gaza bi jehr a ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi ser xwepêşanderên li Kirmanşanê de hate bikaranîn, jiyana xwe ji dest da.

Di 14’yê Çileya îsal de, Emîr Elî Celîlyan yê ji Şabadî a ser bi parêzgeha Kirmanşanê di dema xwepêşandanên li bajarê de bi gulebarana rasterast ya hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Dezgehên dewletê zextê li malbata wî dikin û li beramberî wergirtina cenazeyê daxwaza 700 milyon tumen ji malbata wî dikin.

Di 16’yê Çileyê de, Elî Ebasî (19) yê ji bajarê Geylan yê ser bi parêzgeha Kirmanşanê, di dema xwepêşandanan de di encama gulebarana rasterast ya hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkiririn.

BİNÇAVKİRİNA XWEPÊŞANDERÊN KURD

Di 16’yê Çileyê de, Sîrwan Mihemed Cawdan yê ji Lomar a ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û çarenivîsa wî nediyare.

Di 13’yê Çileyê de, Mihemed Cawdan, Husên Mûradî û Celîl Mûradî ku her sê ji Lomar a ser bi navçeya Sîrwan a parêzgeha Îlamê ve ne ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û ber bi cihekê nediyar ve hatin birin.

Di 14’yê Çileyê de, Elî Dilferûz (37) û çalakvanê civaka sivîl Îrec Rehîmzade ku girtiyekê siyasî yê bajarê Merîwanê bû, di encama serdegirtina mala wan a ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, bi awayek ne yasayî û bi bikaranîn hêzê ew binçav kir û birin cihekê nediyar.

Di 15’yê Çileyê de, Endamê Desteya Rêveberiya Sendîkaya Mamostayên Navçeya Hersîn û mamostayê teqawitbûyî Ebdullah Rezayî, Riza Muslemî yê ji parêzgeha Hemedanê, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û çarenivîsa wan nediyare.

Di 16’yê Çileyê de, Kiya Mûradî (18) ku ji parêzgeha Sine ye û xwarziya Peyman Mîbner a di dema Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê sîxurên îtlaeta Îranê ve li Sineyê hate binçavkirin.

Her wiha Eşkan Kelekî (33) salî yê ji gundê Çilqeranî yê ser bi parêzgeha Ûrmiyeyê ve, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihekê nediyar ve hate birin.